Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2022an

Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2022an

 

Endamên komîteyê xwendin û nirxandinên xwe bi dawî kirin û her endamê/î deng û puanên xwe dane wan şanonameyan û encamên xwe dîyar kirin û ew encam bo Eurodrama navneteweyî ragihandin. Bi vî awayî, Komîteya Kurdî ya Eurodramê, piştî damezna xwe, çalakîya xwe ya duyem pêk anî. 

 

Em pirr bextewar in ku encamên xwe yên bijartinê eşkere dikin. Em malavayîyê li hemû nivîskaran dikin ku şanonameyên xwe bo Eurodrama Kurdî şandine. Her wiha, em wan nivîskaran pîroz dikin ku şanonameyên wan hatine hilbijartin, û hêvîya serkeftinê ji wan re dixwazin. Rêya nivîskaran û şanonameyan vekirî be.  

 

Suprîzeke me jî heye

Komcivîna Eurodrama navneteweyî ya ku her sal li welatekî û li bajarekî cuda tê lidarxistin, û herî dawî jî li Madrîda Spanyayê pêk hatibû, heger tengasîyek çênebe îsal dê di meha Cotmehê de li Amedê bi rê ve biçe û di vê komcivînê de bo komîteyên zimanên din em ê danasîna van şanonameyên hilbijartî û her wiha danasîna nivîskarên van şanonameyan bikin da ku rêyeke gerdûnî vebe bo şanonûsan.

 

Hilbijartina 2023an

Em ê îsal hilbijartina şanonameyên nûjen bikin ku ji zimanên bîyanî ji bo kurdî/kurmancî hatine wergerandin. Di demeke nêz de bangewazî û şertên serîlêdanê wê bên eşkerekirin. Li hêvîye bin. Armanca me ew e ku rêyekê vekin ji bo motivasyona wergerandina şanonameyên nûjen. 


Piştî dengdana Komîteya Kurdî, ev encam bi dest ve hat:

1.     Leylan – Yusuf Unay

2.     Du Xençer – Kemal Orgun

3.     Diran – Bawer Rûken

   Lîstik – Ömer Şahin, Rugeş Kırıcı, Cihat Ekinci

(Du lîstik heman puanê wergirtin û bûn sêyemîn)



Endamên ku îsal deng dane:

Barış Işık, Derhêner û Lîstikvan, Amed

Berfin Zenderlioğlu, Derhêner, Lîstikvan û Dramaturg, Istanbul

Çetoyê Zêdo, Dramaturg, Şanonûs û Lêkolîner, Mêrdîn

Erdal Ceviz, Derhêner, Istanbul

Helim Yûsiv, nivîskar û wergêr (Kurdî-Erebî), Wupertal

Hilmi Demirer, Lîstikvan, Wergêr (Îngîlîzî - Kurdî), Istanbul

Mîrza Metîn, Şanonûs û Derhêner, Köln

Sinan Akcan, Dramaturg, Senarîst, Istanbul

Zelal Anğay, Dramaturg û Derhêner, Enqere


 

Komîteya Kurdî ya Eurodramê

eurodramkurdish@gmail.com

https://eurodramkurdish.blogspot.com

http://eurodram.orgg








 

Zêdetir Bixwîne

BANGEWAZÎ JI BO ŞANONÛS Û NIVÎSKARAN - 2022



Komîteya Kurdî ya Eurodramê li benda serlêdanên şanonûs û nivîskaran e. Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê şanonameyên bi Kurdî binirxînin ku di nava deh salên dawîn de hatibine nivîsîn, da ku hilbijartina sala 2022an dîyar bike. Komîte dê lê bixebite ku sê şanonameyan hilbijêre.

Heke hûn bixwazin serî lê bidin, ji kerema xwe re: 
Forma li jêrê dagirin
- Di formata PDFyê de 
şanonameyên xwe bar bikin ser formê û ji me re bişînin.

Mêjûya dawîn bo serlêdanê 15.03.2022 ye!


 Forma Serlêdanê 


Şanonameyên hilbijartî dê di 27ê Adara 2022an de li ser bloga me û li ser malpera navneteweyî ya Eurodramê bêne ragihandin.


  • ·       Berhemên şanonûsan ji hêla endamên komîteya kurdî ve têne nirxandin û hilbijartin. Û endamên komîteyê bi dilxwazî dixebitin. (Ji bo endaman binerin: https://eurodramkurdish.blogspot.com/p/eurodram-komiteya-kurdi.html)
  • ·       Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê bi tenê wan şanonameyên hatî hilbijartin di komcivîna Eurodrama Navnetewî de ku her sal li welatekî cuda pêk tê, bide nasandin û pêşnîyarî komîteyên zimanên din, şanoyên bîyanî û weşangerên bîyanî bike da ku rê li ber wergerandin, bisehnekirin û çapkirina şanonameyên kurdî vebe.
  • ·       Şanonameyên ku bêne hilbijartin dê bi hev re wekî kitêbekê ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve bêne çapkirin. (Bijarteya sala 2020an ji ber hin pirsgirêkan hê li ber çapê ye.)
  • ·       Encama hilbijartinê dê di 27ê Adara 2022an de bê eşkerekirin.


*Eurodram torek e ku li ser wergera dramaya Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast dixebite û Eurodram rêxistinek e ku bi şêweyekî fermî li Luksemburgê qeydkirî ye û tu mebesta xwe nîne sûdeke bazirganîyî bi dest bixe. Ji bo agehdarîyê: Statû û rêzikên nû yên Eurodramê

Komîteya Kurdî ya Eurodramê




www.eurodram.org

https://eurodramkurdish.blogspot.com/

https://twitter.com/EuroDramKurdish

https://www.instagram.com/eurodramkurdish/

https://www.facebook.com/search/top?q=eurodram%20kurdî

Zêdetir Bixwîne

Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2020an Dîyar Bû!


Di meha Berfanbarê de Komîteya Kurdî ya Eurodramê bi daxuyanîyekê damezirana xwe ragihandibû û bi bangewazîyekê bang li şanonûsên Kurd kiribû ku şanonameyên xwe bişînin ji Komîteya Kurdî ya Eurodramê re. Piştî belavkirina bangewazîyê, ku mêjûya dawîn bo serlêdanê 15ê Reşemeya 2020an bû, heşt şanoname gihiştine ber destê komîteyê. Endamên komîteyê xwendin û nirxandinên xwe bi dawî kirin û her endamê/î ‘bi hertila xwe’ deng dane wan şanonameyan û encamên xwe dîyar kirin û ew encam bo Eurodrama navneteweyî ragihandin. Bi vî awayî, Komîteya Kurdî ya Eurodramê, piştî damezirana xwe, çalakîya xwe ya pêşîn pêk anî.

Em pirr bextewar in wekî em di Roja Şanoyê ya Cîhanê de, û her wiha di hefteya Newrozê de, encamên xwe yên bijartinê eşkere dikin. Em malavayîyê dikin li hemû nivîskaran ku şanonameyên xwe bo Eurodrama Kurdîyê şandin. Her wiha, em wan nivîskaran pîroz dikin ku şanonameyên wan hatine hilbijartin, û hêvîya serkeftinê ji wan re dixwazin. Rêya nivîskaran û şanonameyan vekirî be. 

Heke ew roj bê û ev rojên bêyom û bêqidoş derbas bibin û mirovayî xwe ji vê vayrûsa wêrtas xelas bike, komcivîna Eurodrama navneteweyî, ya ku her sal li welatekî û li bajarekî cuda tê lidarxistin, îsal dê di meha Cotmehê de li Madrîda Spanyayê bi rê ve biçe û di vê komcivînê de bo komîteyên zimanên din em ê danasîna van şanonameyên hilbijartî û her wiha danasîna nivîskarên van şanonameyan bikin da ku rêyeke gerdûnî vebe bo şanonûsan.

Em Roja Şanoyê ya Cîhanê bi heft dilan pîroz dikin!
Dîsa bi van heft dilan em Newroza gelê Kurd pîroz dikin!
Bijî şano! Bijî Newroz!

Piştî rayandina Komîteya Kurdîyê, ev encam bi dest ve hatin:
1.         Na Bavo Hê Li Rawestgehê Me - Mistoyê Heco
2.         Pepûk Çi ye Tu Dizanî? - Kemal Orgun
3.         Forsa Şerko - Yusuf Unay

Komîteya Kurdî ya Eurodramê
Zêdetir Bixwîne

Hevpeyvîna Mîrza Metîn

Mirza METÎN ji Bianet Kurdî bi Ferîd DEMÎREL re hevpeyivîn. Di hevpeyivînê de, Metîn di derbarê sazkirin û bangewazîya Eurodram Kurdî de agahdarî dan.

"Mîrza Metîn: Bi vê derfetê dibe ku şanonûsên kurd berê xwe bidin cîhanê"

Hûn dikarin hevpeyvînê li vir bixwînin.
Zêdetir Bixwîne

Bangewazî Ji Eurodrama Kurdî

BANGEWAZÎ JI EURODRAMA KURDÎ

*EURODRAM Komîteya Kurdî - Forma serlêdanê ji bo şanonameyên bi Kurdî

Em pirr bextewar in ku bangewazî û nûçeyeke wiha xweş bo we radigihînin. Komîteya Kurdî ya Eurodramê berîya salekê bi koordînatorîya Mîrza Metînî damezirî. Komîteya me amadekarîyên xwe hêdî hêdî tewaw dike û pê de pê de dest bi xebatên xwe dike. Xebata me ya pêşîn hilbijartina şanonameyan e û em hêvîdar in ku bi vê xebatê ve em ê xetekê ava bikin di navbera şanonûsên Kurd û şanonûsên cîhanê de.

Komîteya Kurdî ya Eurodramê li benda serlêdanên şanonûs û nivîskaran e. Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê şanonameyên bi Kurdî binirxînin ku di nava deh salên dawîn de hatibine nivîsîn, da ku hilbijartina demsala 2019-2020an dîyar bike. Komîte dê lê bixebite ku sê şanonameyan hilbijêre.

Heke hûn bixwazin serî lê bidin, ji kerema xwe re:
- Bi dagirtina forma li jêrê;
- Di formata PDFyê de bar bikin;
û ji me re bişînine ser vê e-peyamê: 
eurodramkurdish@gmail.com

Mêjûya dawîn bo serlêdanê 15.01.2020 e!

Şanonameyên hilbijartî dê di 21ê Adara 2020an de li ser bloga me û li ser malpera navneteweyî ya Eurodramê bêne ragihandin.



Berhemên şanonûsan ji hêla endamên komîteyê ve têne nirxandin û hilbijartin.
Komîteya Kurdî ya Eurodramê bi dilxwazî û şandilxwazî dixebite û nivîskarên ku bêne hilbijartin jî dê ti tiştî qezenc nekin bêyî danasînê.
Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê bi tenê wan şanonameyên hatî hilbijartin pêşnîyarî komîteyên zimanên din û şanoyên bîyanî bike da ku rê li ber wergerandin û bisehnekirina şanonameyan vebe.
Şanonameyên ku bihêne hilbijartin dê bi hev re wekî kitêbekê ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve bêne çapkirin.
Encama hilbijartinê dê di Adara 2019an de bihê eşkerekirin.

*Eurodram torek e ku li ser wergera dramaya Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast dixebite û Eurodram rêxistinek e ku bi şêweyekî fermî li Luksemburgê qeydkirî ye û çu mebesta xwe nîne sûdeke bazirganîyî bi dest bixe. Ji bo agehdarîyê: 
Statû û rêzikên nû yên Eurodram 2019ê

Komîteya Kurdî ya Eurodramê

Eurodram: www.eurodram.org
Sekreterê Komîteyê: Nurullah Kaya – eurodramkurdish@gmail.com
Zêdetir Bixwîne