Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2022an
Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2022an
Endamên komîteyê xwendin û nirxandinên xwe bi dawî kirin û her endamê/î deng û puanên xwe dane wan şanonameyan û encamên xwe dîyar kirin û ew encam bo Eurodrama navneteweyî ragihandin. Bi vî awayî, Komîteya Kurdî ya Eurodramê, piştî damezrîna xwe, çalakîya xwe ya duyem pêk anî.
Em pirr bextewar in ku encamên xwe yên bijartinê eşkere dikin. Em malavayîyê li hemû nivîskaran dikin ku şanonameyên xwe bo Eurodrama Kurdî şandine. Her wiha, em wan nivîskaran pîroz dikin ku şanonameyên wan hatine hilbijartin, û hêvîya serkeftinê ji wan re dixwazin. Rêya nivîskaran û şanonameyan vekirî be.
Suprîzeke me jî heye
Komcivîna Eurodrama navneteweyî ya ku her sal li welatekî û li bajarekî cuda tê lidarxistin, û herî dawî jî li Madrîda Spanyayê pêk hatibû, heger tengasîyek çênebe îsal dê di meha Cotmehê de li Amedê bi rê ve biçe û di vê komcivînê de bo komîteyên zimanên din em ê danasîna van şanonameyên hilbijartî û her wiha danasîna nivîskarên van şanonameyan bikin da ku rêyeke gerdûnî vebe bo şanonûsan.
Hilbijartina 2023an
Em ê îsal hilbijartina şanonameyên nûjen bikin ku ji zimanên bîyanî ji bo kurdî/kurmancî hatine wergerandin. Di demeke nêz de bangewazî û şertên serîlêdanê wê bên eşkerekirin. Li hêvîye bin. Armanca me ew e ku rêyekê vekin ji bo motivasyona wergerandina şanonameyên nûjen.
Piştî dengdana Komîteya Kurdî, ev encam bi dest ve hat:
1. Leylan – Yusuf Unay
2. Du Xençer – Kemal Orgun
3. Diran – Bawer Rûken
Lîstik – Ömer Şahin, Rugeş Kırıcı, Cihat Ekinci
(Du lîstik heman puanê wergirtin û bûn sêyemîn)
Endamên ku îsal deng dane:
Barış Işık, Derhêner û Lîstikvan, Amed
Berfin Zenderlioğlu, Derhêner, Lîstikvan û Dramaturg, Istanbul
Çetoyê Zêdo, Dramaturg, Şanonûs û Lêkolîner, Mêrdîn
Erdal Ceviz, Derhêner, Istanbul
Helim Yûsiv, nivîskar û wergêr (Kurdî-Erebî), Wupertal
Hilmi Demirer, Lîstikvan, Wergêr (Îngîlîzî - Kurdî), Istanbul
Mîrza Metîn, Şanonûs û Derhêner, Köln
Sinan Akcan, Dramaturg, Senarîst, Istanbul
Zelal Anğay, Dramaturg û Derhêner, Enqere
Komîteya Kurdî ya Eurodramê
https://eurodramkurdish.blogspot.com
BANGEWAZÎ JI BO ŞANONÛS Û NIVÎSKARAN - 2022
Heke hûn bixwazin serî lê bidin, ji kerema xwe re:
- Forma li jêrê dagirin
- Di formata PDFyê de şanonameyên xwe bar bikin ser formê û ji me re bişînin.
Mêjûya dawîn bo serlêdanê 15.03.2022 ye!
⇒ Forma Serlêdanê ⇐
Şanonameyên hilbijartî dê di 27ê Adara 2022an de li ser bloga me û li ser malpera navneteweyî ya Eurodramê bêne ragihandin.
- · Berhemên şanonûsan ji hêla endamên komîteya kurdî ve têne nirxandin û hilbijartin. Û endamên komîteyê bi dilxwazî dixebitin. (Ji bo endaman binerin: https://eurodramkurdish.blogspot.com/p/eurodram-komiteya-kurdi.html)
- · Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê bi tenê wan şanonameyên hatî hilbijartin di komcivîna Eurodrama Navnetewî de ku her sal li welatekî cuda pêk tê, bide nasandin û pêşnîyarî komîteyên zimanên din, şanoyên bîyanî û weşangerên bîyanî bike da ku rê li ber wergerandin, bisehnekirin û çapkirina şanonameyên kurdî vebe.
- · Şanonameyên ku bêne hilbijartin dê bi hev re wekî kitêbekê ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve bêne çapkirin. (Bijarteya sala 2020an ji ber hin pirsgirêkan hê li ber çapê ye.)
- · Encama hilbijartinê dê di 27ê Adara 2022an de bê eşkerekirin.
*Eurodram torek e ku li ser wergera dramaya Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast dixebite û Eurodram rêxistinek e ku bi şêweyekî fermî li Luksemburgê qeydkirî ye û tu mebesta xwe nîne sûdeke bazirganîyî bi dest bixe. Ji bo agehdarîyê: Statû û rêzikên nû yên Eurodramê
Komîteya Kurdî ya Eurodramê
https://eurodramkurdish.blogspot.com/
https://twitter.com/EuroDramKurdish
Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2020an Dîyar Bû!
Hevpeyvîna Mîrza Metîn
"Mîrza Metîn: Bi vê derfetê dibe ku şanonûsên kurd berê xwe bidin cîhanê"
Hûn dikarin hevpeyvînê li vir bixwînin.
Bangewazî Ji Eurodrama Kurdî
Komîteya Kurdî ya Eurodramê li benda serlêdanên şanonûs û nivîskaran e. Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê şanonameyên bi Kurdî binirxînin ku di nava deh salên dawîn de hatibine nivîsîn, da ku hilbijartina demsala 2019-2020an dîyar bike. Komîte dê lê bixebite ku sê şanonameyan hilbijêre.
Heke hûn bixwazin serî lê bidin, ji kerema xwe re:
- Bi dagirtina forma li jêrê;
- Di formata PDFyê de bar bikin;
û ji me re bişînine ser vê e-peyamê: eurodramkurdish@gmail.com
Mêjûya dawîn bo serlêdanê 15.01.2020 e!
Şanonameyên hilbijartî dê di 21ê Adara 2020an de li ser bloga me û li ser malpera navneteweyî ya Eurodramê bêne ragihandin.
Komîteya Kurdî ya Eurodramê bi dilxwazî û şandilxwazî dixebite û nivîskarên ku bêne hilbijartin jî dê ti tiştî qezenc nekin bêyî danasînê.
Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê bi tenê wan şanonameyên hatî hilbijartin pêşnîyarî komîteyên zimanên din û şanoyên bîyanî bike da ku rê li ber wergerandin û bisehnekirina şanonameyan vebe.
Şanonameyên ku bihêne hilbijartin dê bi hev re wekî kitêbekê ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve bêne çapkirin.
Encama hilbijartinê dê di Adara 2019an de bihê eşkerekirin.
*Eurodram torek e ku li ser wergera dramaya Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast dixebite û Eurodram rêxistinek e ku bi şêweyekî fermî li Luksemburgê qeydkirî ye û çu mebesta xwe nîne sûdeke bazirganîyî bi dest bixe. Ji bo agehdarîyê: Statû û rêzikên nû yên Eurodram 2019ê
Komîteya Kurdî ya Eurodramê