PÊŞKÊŞÎ Û MERCÊN BIKARANÎNÊ

PÊŞKÊŞÎ Û MERCÊN BIKARANÎNÊ EURODRAM

Armanc û Hedefên Wê 
Eurodram toreke wergera şanoyê ya Ewrûpayê ye ku bi zimanên Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast kar dike. Hedefa wê ya serekî ew e ku firehrengîya zimanî nemaze berçav bike û berhema bi şêweyekî belave nehatî weşandin bide naskirin hem bi pisporên şanoyê hem jî bi cemawerên firehtir. Lewma jî, di demsala 2018-19an de komîte hatin erkdarkirin da ku metnên bi zimanên xwe bo pêşnîyarê bijibêrin wekî ew bo zimanine dîtir bêne wergerandin. 

Komîteyên Wê
Tor teqrîben bi 30 zimanan bi komîteyên xwendinê vêkxistî ye, ku sercem devîdevî ji 300 kesan pêk tê. Her kesa/ê ku bixwaze tevkarîyan li torê bike û her kî şareza be di biwarên şanoyê û wergerê de, ew dikare beşdarî komîteyekê bibe. Her şanonûs yan jî wergêr, li gorî xetên serekî yên li jêrê hatî, dikare berhemên xwe pêşkêş bike.    
Ew kesên beşdar bûyî hemû li gorî xetên serekî yên ji alîyê her komîteyekê ve danayî têne pesendkirin; ev yek bi gelemperî pirr hêsan e. Pêşnîyazên ji bo kifşkirina endamên komîteyan ên nû hemû bi xweşhalî têne pejirandin.
Armanca torê ew e ku hevsengîyekê peyda bike di navbera mêran û jinan de; di navbera pisporên nûhatî û xwedanezmûn de; di navbera pêkhêneran û akademîkan de; di navbera xebatkarên sazîyan û xebatkarên serbixwe de; di navbera xwecîyîyan û wan ên li dayasporayê de. Hûn ê bibînin ku tevayîya komîteyan ji weşangerên şanoyê, rêkxerên pêşbazîyên şanonûsîyê, berhemhênerên mîhrîcanên şanonûsîyê û nûnerên yekîtîyên şanonûsan pêk tê.  
Her endama/ê her komîteyê li xwe digire ku berheman bi dest ve bîne û wan di nava komîteyên xwe de û her wiha bo şanonûsên, acansên, weşangerên, wergêrên û dezgehên şanonûsan ên dîtir belav bike. Armanca her endamê/î ew e ku heta ku jê bê berheman bi dest ve bîne, belav bike û bixwîne. Heke şanonûs daxwazê bike, ji wan dilxwaztirîn û/yan jî heweskartirîn endaman tê xwestin ku raporteke kurt (bê nav û îmze) der barê şanonameyekê de amade û pêşkêş bikin.         

Komên Gotûbêjê
Her endama/ê torê li lîsteke e-peyamê tê tomarkirin. Moderatorî qismen li van lîstan tê kirin; bi tenê endamên torê dikarin peyaman bişînin û peyamên wergirtî bi şêweyekî navendî bes bo komîteya guncan têne belavkirin. MEO nasîya her endama/ê nû dide wan kesên di lîsteya komîteyê de û ji wan dixwaze ku ew nasîya xwe bidin. Ji bilî e-peyama ji alîyê Koordînatora/ê MEO’yê ya/ê Navendî ve şandî (ku di vê rewşê de bi Îngilîzî), endam e-peyaman bi tenê bi zimanê komîteyê ji hev re dinivîsin.           

Bingehên Jêderkan
Li gel tora komîteyan, torek jî heye ku xwe dispêre jêderkên xwecîyî. Ev der dihêlin ku xelq ji pirtûkxaneyên wergeran sûdê werbigirin, pê re jî zanyarîyên tora peywendîdarî babetê di malperên xwe de belav dikin. Ji bo ku hûn bêtir agehdar bibin der barê vê yekê de, biçine ser girêdana <lieux ressources>    

Koordînasyon
Ji komîteyan her yek, bi awayekî ku komîte bixwazin wê bi rê ve beherin, li ser destê yek ji endaman tê koordînekirin. Koordînator dabîn dike ku endamên Komîteya wî/wê baş ji armanc û hedefên torê fam bikin. Armanc ew e ku zêdetirîn metnên qabil bêne berhevkirin û belavkirin; nexasim ji nava wergêran de, endamên nû bêne tomarkirin, û nûbûneke dîyar a Komîteyê bê dabînkirin; dan û standin, kombûnên amadeyîyê û dengdan der barê bijartîyan de bêne birêkxistin. Koordînator dabîn dike ku encam, tevî kereseyên veser î pêwîst (jînenîgarî, kurte, beşeke bijartî...), di wextê xwe de ji navenda MEO’yê re bêne şandin. Koordînator her wiha bi şêweyekî firehtir bi danasîna bijartina Komîteya xwe radibe, bo nimûne, bi rêya duristkirin û belavkirina daxuyanîyeke çapemenîyê. Heke gengaz be, çêdibe ev heta bi komîteyên dîtir bê firehkirin. Koordînator têne vexwendin ku çalakîyekê bi rêk bixin û pê beşdarî mîhrîcana ‘Europe of theatres’ (Ewrûpaya şanoyan) bibin. Koordînator her wiha têne vexwendin bo kombûna giştî ya salane. Heke pêdivî be, MEO dikare piştevanîyê li kesa/ê Koordînator bike wekî ew bikaribe jêderka darayî peyda bike bo lêçûnên xwe yên rêwîtîyê û jîyanê.                             

Spartina Şanonameyan
Şanonûs, wergêr, weşanger, acans û hwd dikarin şanonameyan bispêrine komîteyan. Ji bo metnên orcînal, divê pêşnîyarname tevayîya şanonameya orcînal, jînenîgarîyeke kurt a kesa/ê şanonûs, rûpeleke zanyarîyan (mêjû û cîyê nivîsînê, jimara qereqteran, amajeyên bi xelatên ku hatibine wergirtin û berhemhênanên berê) bi xwe ve bigirin, pê re jî her zanyarîyeke wekî din ku serincrakêş bê ferzkirin. 

Nîşe: Peywendîdarî şanonameyên orcînal î bi Fransizî, bi tenê şanonameyên di halê hazir de ji alîyê komîteyeke xwendinê ya pispor ve hatî bijartin çêdibe bêne pêşnîyarkirin, yan jî yên ku biryara pêşnîyarê ya endameke/î Komîteya Fransizîyê der bar de hebe.

Ji bo wergeran, divê pêşnîyarname tevayîya wergera şanonameyê yan jî beşeke bijartî jê (bi gelemperî parek ji 5 parên şanonameyê), kurteyeke enelîtîk a berhemê, jînanîgarîyeke kurt a kesa/ê şanonûs, rûpeleke zanyarîyan (mêjû û cîyê nivîsînê, jimara qereqteran, amajeyên bi xelatên ku hatibine wergirtin û berhemhênanên berê) bi xwe ve bigirin, pê re jî her zanyarîyeke wekî din ku serincrakêş bê ferzkirin. Ne cîyê gumanê ye, me pêdivî bi zimanê orcînal û navê kesa/ê wergêr heye... yan jî eger hat û guman bi we re çêbû, pêşnîyarnameyê bi formata PDF bişînine ser navnîşana contact@eurodram.org a koordînasyona giştî ya MEO’yê. (Hûn dikarin di rûpela « comités linguistiques » de xwe bigihînine lîsta navnîşanên e-peyaman.) Pêwîst e endamên komîteyan metnan rastewxo ji lîsta Komîteyê re bişînin.

Mêjûya dawîn ew mêjû ye ku divê bijartin bêne kirin. (Berê xwe bidine jêrê) Pêşnîyarname çi qasî zûtir bêne spartin, hatûçû û jimara kesên ku şanonameyê bixwînin dê bi wî qasî zêdetir bibin.

Şanoname li gorî zimanê pê hatî spartin bi rêya e-peyamê ji komîteyan re têne şandin. Bo nimûne, metneke bi Makedonî hatî nivîsîn dê bo Komîteya Makedonîyê bê veguhestin. Wergera vê metnê ya bi Lîtwanî dê pêşstûyî Komîteya Lîtwanîyê bê kirin.

Zimanê metnê xala serekî ye, ku bi şêweyekî teorîk, çu pûte pê nayê dayîn bê ka kesa/ê şanonûs endama/ê kîjan neteweyê ye yan jî li kê derê dimîne. Di gel vê yekê, ji torê armanc ne ew e ku mifayê bigihîne wan ên xelqê herêmên li derveyê Ewrûpayê / Deryaya Spî / Asyaya Naverast. Spartin, bi şêweyekî hevbeş li gel Komîteya peywendîdar, dê li ser bingehê takespartinê yek bi yek bêne helsengandin.

Şanonûsek, wê/î çend bivê, dikare bi wî çendî şanonameyan bispêre. Li gel hindê, ya maqûl ew e ku serlêder qîma xwe salê bi zincîrespartinekê bîne... Rewşên awerte ne tê de, bi tenê berhemên nû hatî nivîsîn têne pejirandin.  

Pêwîst e şanoname rastewxo ji koordînatora/ê komîteya têkildar re bêne şandin, yan jî ji koordînatora/ê giştî ya/ê Eurodramê re, heke pêwîst bike (berê xwe bidine zanyarîyên peywendîyê yên li jêrê û di lîsta komîteyan de)
http://eurodram.org/contact/

Bijartin
Her Komîteyeke Eurodramê, du salan carekê, di nava du salan de bi dorê du bijartinan dike û di henga her bijartinê de herî zêde sê şanoname têne bijartin. Nabe ku di henga bijartinê de ji heman şanonûsê/î bêtirî şanonameyekê bê bijartin. Bijartina bi dorvegerî:
-salên zo: bijartina berhemên şanoyê yên bi zimanê xwe (di vê rewşê de bi Kurdî) da ku bo zimanekî Ewrûpayê yê dîtir bêne wergerandin (wergera bo zimanekî din);
-salên fer: bijartina berhemên şanoyê yên bi zimanên Ewrûpayê yên dîtir da ku wergerînine zimanê xwe (wergera bo zimanê xwe).  

Dengdan
Her Endameke/î Komîteyê 6 pûanên xwe hene wekî bide. Bi şêweyekî teorîk, bijêr 3 pûanan dide şanonameya ku jê re dibe tercîha pêşîn, 2’yan dide ya duyem û yekê dide ya sêyem. Lê kombînasyon hemû çêdibin, wekî serê her metnekê kêmtirîn 1 pûanê û zêdetirîn 3’yan bide. Bo nimûne, wekî 1 pûanê bide her yek ji 6 metnên cîyawaz, yan jî 2 pûanan bide her yek ji sê metnan, û ta dawîyê. Heta mêjûya dawîn bo serlêdanê, her Endamek, wê/î çi qasî bivê, dikare raya xwe biguherîne.      

Mêjû
Mêjûya dawîn bo wergirtina şanonameyan: 15 Rêbendan 2020
Mêjûya dawîn bo bijartina şanonameyan: 31 Adar 2020

Bersiv

Ji ber kêmbûna derfetan, ji nava wan şanonameyên spartî de bi tenê li gel ên ku bersiveke erênî wergirtibin şexsen peywendî tê danîneve. Di nava hefteyên li pey biryarê de encam bi şêweyekî online têne weşandin.      
Her şanonûsek dişê daxwazê bo raporteke der barê şanonameyê de bike. Pêwîst e ev raport bê nav û îmze bêne hinardin.
Devîdevî 300 şanoname her sal di nava torê re digerin û belav dibin. Şanonameyên ku di 2014’an de spartine Komîteya Fransizîyê di zik hev de ji alîyê 10 kesan ve hatine xwendin.

Di Pey Re Çi Diqewime?
Di encama van bijartinan de (mixabin û be daxawe) çu dirav û pere nayê dayîn.

Gava ku şanonameyeke orcînal tê bijartin, ev dibe vexwendinek bo wan kesên ku ji zimanê xwe werdigerînin da ku zend û bendên xwe vemalin bo wergerandinê. Bijartina beşeke bijartî ji metnê vexwendinek e bo kesa/ê wergêr da ku bi metnê ve biçe. Bijartina wergereke berkemal û kutabûyî vexwendinek e bo derhêneran û weşangeran da ku berhemhênana wê bikin / wê biweşînin.    

Tor li gel gelek sazî û dezgehên bi cîyawazî saz bûyî bi hevkarî dixebite, ku ev yek rê dide wê wekî bibe parçeyekî çalak û zînde yê têkelangeke pêkhatî ya şanonûsan, wergêran û şirîkên bi şêweyekî afirîner serincrakêş ên dîtir ên li ser asta navneteweyî.

Koordînasyona Giştî ya Eurodramê: contact@eurodram.org
Komîteya Eurodram’a Kurdî: eurodramkurdish@gmail.com