Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2020an Dîyar Bû!


Di meha Berfanbarê de Komîteya Kurdî ya Eurodramê bi daxuyanîyekê damezirana xwe ragihandibû û bi bangewazîyekê bang li şanonûsên Kurd kiribû ku şanonameyên xwe bişînin ji Komîteya Kurdî ya Eurodramê re. Piştî belavkirina bangewazîyê, ku mêjûya dawîn bo serlêdanê 15ê Reşemeya 2020an bû, heşt şanoname gihiştine ber destê komîteyê. Endamên komîteyê xwendin û nirxandinên xwe bi dawî kirin û her endamê/î ‘bi hertila xwe’ deng dane wan şanonameyan û encamên xwe dîyar kirin û ew encam bo Eurodrama navneteweyî ragihandin. Bi vî awayî, Komîteya Kurdî ya Eurodramê, piştî damezirana xwe, çalakîya xwe ya pêşîn pêk anî.

Em pirr bextewar in wekî em di Roja Şanoyê ya Cîhanê de, û her wiha di hefteya Newrozê de, encamên xwe yên bijartinê eşkere dikin. Em malavayîyê dikin li hemû nivîskaran ku şanonameyên xwe bo Eurodrama Kurdîyê şandin. Her wiha, em wan nivîskaran pîroz dikin ku şanonameyên wan hatine hilbijartin, û hêvîya serkeftinê ji wan re dixwazin. Rêya nivîskaran û şanonameyan vekirî be. 

Heke ew roj bê û ev rojên bêyom û bêqidoş derbas bibin û mirovayî xwe ji vê vayrûsa wêrtas xelas bike, komcivîna Eurodrama navneteweyî, ya ku her sal li welatekî û li bajarekî cuda tê lidarxistin, îsal dê di meha Cotmehê de li Madrîda Spanyayê bi rê ve biçe û di vê komcivînê de bo komîteyên zimanên din em ê danasîna van şanonameyên hilbijartî û her wiha danasîna nivîskarên van şanonameyan bikin da ku rêyeke gerdûnî vebe bo şanonûsan.

Em Roja Şanoyê ya Cîhanê bi heft dilan pîroz dikin!
Dîsa bi van heft dilan em Newroza gelê Kurd pîroz dikin!
Bijî şano! Bijî Newroz!

Piştî rayandina Komîteya Kurdîyê, ev encam bi dest ve hatin:
1.         Na Bavo Hê Li Rawestgehê Me - Mistoyê Heco
2.         Pepûk Çi ye Tu Dizanî? - Kemal Orgun
3.         Forsa Şerko - Yusuf Unay

Komîteya Kurdî ya Eurodramê