Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2022an
Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê ya 2022an
Endamên komîteyê xwendin û nirxandinên xwe bi dawî kirin û her endamê/î deng û puanên xwe dane wan şanonameyan û encamên xwe dîyar kirin û ew encam bo Eurodrama navneteweyî ragihandin. Bi vî awayî, Komîteya Kurdî ya Eurodramê, piştî damezrîna xwe, çalakîya xwe ya duyem pêk anî.
Em pirr bextewar in ku encamên xwe yên bijartinê eşkere dikin. Em malavayîyê li hemû nivîskaran dikin ku şanonameyên xwe bo Eurodrama Kurdî şandine. Her wiha, em wan nivîskaran pîroz dikin ku şanonameyên wan hatine hilbijartin, û hêvîya serkeftinê ji wan re dixwazin. Rêya nivîskaran û şanonameyan vekirî be.
Suprîzeke me jî heye
Komcivîna Eurodrama navneteweyî ya ku her sal li welatekî û li bajarekî cuda tê lidarxistin, û herî dawî jî li Madrîda Spanyayê pêk hatibû, heger tengasîyek çênebe îsal dê di meha Cotmehê de li Amedê bi rê ve biçe û di vê komcivînê de bo komîteyên zimanên din em ê danasîna van şanonameyên hilbijartî û her wiha danasîna nivîskarên van şanonameyan bikin da ku rêyeke gerdûnî vebe bo şanonûsan.
Hilbijartina 2023an
Em ê îsal hilbijartina şanonameyên nûjen bikin ku ji zimanên bîyanî ji bo kurdî/kurmancî hatine wergerandin. Di demeke nêz de bangewazî û şertên serîlêdanê wê bên eşkerekirin. Li hêvîye bin. Armanca me ew e ku rêyekê vekin ji bo motivasyona wergerandina şanonameyên nûjen.
Piştî dengdana Komîteya Kurdî, ev encam bi dest ve hat:
1. Leylan – Yusuf Unay
2. Du Xençer – Kemal Orgun
3. Diran – Bawer Rûken
Lîstik – Ömer Şahin, Rugeş Kırıcı, Cihat Ekinci
(Du lîstik heman puanê wergirtin û bûn sêyemîn)
Endamên ku îsal deng dane:
Barış Işık, Derhêner û Lîstikvan, Amed
Berfin Zenderlioğlu, Derhêner, Lîstikvan û Dramaturg, Istanbul
Çetoyê Zêdo, Dramaturg, Şanonûs û Lêkolîner, Mêrdîn
Erdal Ceviz, Derhêner, Istanbul
Helim Yûsiv, nivîskar û wergêr (Kurdî-Erebî), Wupertal
Hilmi Demirer, Lîstikvan, Wergêr (Îngîlîzî - Kurdî), Istanbul
Mîrza Metîn, Şanonûs û Derhêner, Köln
Sinan Akcan, Dramaturg, Senarîst, Istanbul
Zelal Anğay, Dramaturg û Derhêner, Enqere
Komîteya Kurdî ya Eurodramê
https://eurodramkurdish.blogspot.com