BANGEWAZÎ

BANGEWAZÎ


Em pir bextewar in ku bangewazî û nûçeyeke wiha xweş bo we radigihînin. Komîteya Kurdî ya Eurodramê berîya salekê bi koordînatorîya Mîrza Metînî damezirî. Komîteya me amadekarîyên xwe hêdî hêdî tewaw dike û pê de pê de dest bi xebatên xwe dike. Xebata me ya pêşîn hilbijartina şanonameyan e û em hêvîdar in ku bi vê xebatê ve em ê xetekê ava bikin di navbera şanonûsên Kurd û şanonûsên cîhanê de.

Komîteya Kurdî ya Eurodramê li benda serlêdanên şanonûs û nivîskaran e. Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê şanonameyên bi Kurdî binirxînin ku di nava deh salên dawîn de hatibine nivîsîn, da ku hilbijartina demsala 2019-2020an dîyar bike. Komîte dê lê bixebite ku sê şanonameyan hilbijêre.


Heke hûn bixwazin serî lê bidin, ji kerema xwe re:
- Bi dagirtina forma li jêrê;
- Di formata PDFyê de bar bikin;
û ji me re bişînine ser vê e-peyamê:
eurodramkurdish@gmail.com

Mêjûya dawîn bo serlêdanê 15.02.2020 e!

Şanonameyên hilbijartî dê di 21ê Adara 2020an de li ser bloga me û li ser malpera navneteweyî ya Eurodramê bêne ragihandin.



Berhemên şanonûsan ji hêla endamên komîteyê ve têne nirxandin û hilbijartin.
Komîteya Kurdî ya Eurodramê bi dilxwazî û şandilxwazî dixebite û nivîskarên ku bêne hilbijartin jî dê ti tiştî qezenc nekin bêyî danasînê.
Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê bi tenê wan şanonameyên hatî hilbijartin pêşnîyarî komîteyên zimanên din û şanoyên bîyanî bike da ku rê li ber wergerandin û bisehnekirina şanonameyan vebe.
Şanonameyên ku bihêne hilbijartin dê bi hev re wekî kitêbekê ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve bêne çapkirin.
Encama hilbijartinê dê di Adara 2019an de bihê eşkerekirin.

*Eurodram torek e ku li ser wergera dramaya Ewrûpayê, Deryaya Spî û Asyaya Naverast dixebite û Eurodram rêxistinek e ku bi şêweyekî fermî li Luksemburgê qeydkirî ye û çu mebesta xwe nîne sûdeke bazirganîyî bi dest bixe. Ji bo agehdarîyê: Statû û rêzikên nû yên Eurodram 2019ê

Komîteya Kurdî ya Eurodramê

Eurodram: www.eurodram.org
Sekreterê Komîteyê: Nurullah Kaya – eurodramkurdish@gmail.com